Cîhan
Di meha yekem a şer de Hûsiyan cara yekem ji Yemenê mûşek avêtin Îsraîlê
PeyamaKurd - Îro, di roja 28ê Adarê de, rêxistina Hûsiyên ku Îran piştgiriyê dide wan, cara yekem ji Yemenê mûşekek ber bi Îsraîlê ve avêtin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku mûşek li ser asmanê Çola Negevê û bajarê Beerşebayê hatiye tespîtkirin û sîstemên parastina hewayî hatine aktîfkirin. Di encama vê êrîşê de tu ziyanên canî nehatine ragihandin.
Hûsiyan bi daxuyaniyekê berpirsiyariya êrîşê girtin ser xwe û diyar kirin ku ev bersivek e ji bo êrîşên Îsraîlê yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê (Arak û Erdekan) û herêmên din.
Her wiha Hûsiyan gefa astengkirina keştiyên Îsraîlî li Tengava Bab el-Mandebê xwar, ku ev yek fikarên li ser ewlehiya bazirganiya cîhanî zêde dike.