DYA ji bo welatiyên xwe: Seredana Iraqê nekin
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê bi sedema li seranserê Rojhilata Navîn talûka ewlehiyê zêde dibe, hişyariya berê ya ji bo Iraqê dabû guncaw kir. DYA ji bo welatiyên xwe got:
“Sedem her çi be jî seredana Iraqê nekin. Di wextekî talûkê de şiyanên xizmeta balyozxana DYAyê gelek bi sînore.”
Wezaretê di bultena geştiyariyê de balê kişand ser êrîşên terorê, şerê çekdarî, revandina mirovan û grûbên bi desteka Îranê û DEAŞê ku bi dron û teqemeniyên bidest çêkirî êrîşan dikin ser berjewendiyên Amerîkayê
Di êrîşan de otêlan, zankoyan, sehayên enerjiyê, balafirgehan û avahiyên dîplomatîk dikin hedefê û di pevçûnekî ji nîşka de, hukumeta Iraqê nikare ewlehiya biyaniyan garantî bike.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku xizmeta tenduristiyê, lênêrîna hûr di derveyê bajarên mezin de kême û alavên nexweşxanan û xizmetên tenduristiyê kêm in.
Welatiyên ku niha li Iraqê ne, divê xwe di Bernama Qeydiya Seyyar ya bi Aqil (STEP) de, qeyd bikin, tedbîrên kesayetî yên di asta bilind de bigrin û plana rewşa lezgîn ya ku welat terk bikin, bi wan re be.