TR KU SO
FB X
Kurdistan

DYA, hişyariyê da welatiyên li Iraqê û Kurdistanê

Admin M
Nivîskar
📅 02 adar 2026 23:09

PeyamaNews - PeyamaKurd – Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) di rêya balyozxana xwe ya li Bexdayê de hişyariya ewlehiyê da welatiyên xwe û yên Iraqê û Herêma Kurdistanê. Di hişyariya xwe de got ku welatî ciyên ku lê ne, bila ji wan deran veneqetin û xwe ji balyozxana DYAyê ya li Bexdayê û Erebîlê dûr bixin û nêz nebin.

Balyozxana Bexdayê ya Amerîkayê daxwuyaniya xwe di 2ê Adara 2026an de da û ji welatiyên Amerîkayê xwest ku zêde bi hezir tevbigerin. Di daxwuyaniyê de weha got:

“Mîsyona DYAyê ya li Iraqê ji welatiyên xwe dixwaze ku bêhtir bi hezir tevbigerin, xwe zêde nîşan nedin û ciyên ku lê ne, li wan ciyên xwe bimînin. Tehdîdên ewlehiyê hene.

Grûbên hevpar yên bi Îranê re, ji bo raya giştî hêjî talûkeyekî mezin in. Rapor hene ku di seha hewayî ya Iraqê de fuze û İHA hene. Xwepêşandan tên kirin û dibe ew xwepêşandan bê hişyariyan, bibin rûdanên şiddetê.”

Balyozxane got ku divê welatiyên Amerîkayê xwe ji ciyên qelebalix û deverên ku bûyer li wan çêdibin dûr bixin. Temamê xizmetên balyozxanan rawestiyane û welatî divê neçin balyozxanan û çûna balyozxanan hatiye qedexe kirin.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Xetta Kesk ya Bexdayê ji aliyê hêzên asayîşa Iraqê de ji bo çûyîn û derketinê hatiye girtin û weha dewam dike:

“Di çarçova tedbîrên tund yên ewlehiyê de, hewl nedin ku herin balyozxana Erbîlê û Bexdayê yên DYAyê.”

Parve bike: