DYA û Îsraîl plansazîya qonaxa nû ya ser dikin
Peyama Kurd - Hate angaştin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîl, di derbarê şerê li Xezzeyê de plansazîya qonaxeke nû dikin ku ev qonax, kuştina payebilindên Hemasê jî dihundirîne.
Hat ragihandin ku DYA û Îsraîl di şerê Gazzeyê de qonaxeke nû ya ku wê li ser operasyonên li dijî rayedarên payebilind ên Hamasê bêne kirin, nîqaşan dikin.
Rayedarekî Qesra Spî ku nexwestîye navê wî bê zanîn angaştîye ku Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê DYAyê Jake Sullivan û Wezîrê Karên Stratejîk ên Îsraîlê Ron Dermer roja Sêşemê li Washingtonê civiyane.
Li gor nûçeya Independentê rayedar ragihandîye ku di civînê de "ji bo derbazbûna qonaxeke nû ya şer, pêdivîya armancgirtina kesên ji bo Hemasê giranbûha têne dîtin" hatiye nîşaşkirin.
Jêderê ji Qesra Spî her wiha diyar kirîye ku ji bo derbaskirina qeyrana mirovî ya li Xezayê û kêmkirina ziyanên li ser sivîlan pêngav hatin gotûbêjkirin.
Rayedarê Qesra Spî da zanîn ku ji 250 kesên ku ji aliyê Hamasê ve dîl hatine girtin 129 kes hîn li Xezzeyê girtî ne û ji bo berdana wan hewlên pêkan têne nîqaşkirin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de mijarên têkildarî rêvebirî û ewlekariya Xezzeyê, siberoja gelê Filistînê, normalîzekirin û entegrasyon jî hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahû jî demek berê gotibû ku wî ferman daye MOSADê da ku li kuderê serok û payebilindên Hamasê bêne dîtin hun çalak bin.