Eraqçî: Îran pir baş dizane çawa bi sînordarkirinan re mijûl bibe
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, derbarê dorpêça deryayî ya Amerîkayê li Tengava Hurmuzê de got, "Îran pir baş dizane çawa bi sînordarkirinan re mijûl bibe."
Eraqçî di postekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî dorpêça deryayî ya Amerîkayê da.
Eraqçî diyar kir ku dorpêçkirina bendergehên Îranê kiryarek şer e û ji ber vê yekê binpêkirina agirbestê ye û got, "Êrîşa keştiyek bazirganî û dîlgirtina ekîba wê binpêkirinek hîn mezintir e. Îran pir baş dizane çawa bi sînordarkirinan re mijûl bibe, çawa berjewendiyên xwe biparêze û çawa li dijî zorbaziyê bisekine."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku keştiya barhilgir a bi ala Îranê "Touska", ku hewl dida ji Kendava Omanê derbasî Tengava Hurmuzê bibe, hatiye desteserkirin.