Cîhan
Erdogan serokê Cezayîrê Abdulmecid Tebbun li ofîsa Dolmabahçe qebûl kir
PeyamaKurd – Serokkomarê Cezayîrê Abdulmecid Tebbun bi seredaneka fermî giha Îstenbolê û ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan de li Ofîsa Dolmabahçe hat qebûlkirin. Hevdîtin ji bo çapemeniyê girtiye û piştî hevdîtinê wê heyetên her dû welatan bicivin.
Erdoğan, wê êvarê ji bo mêvanên xwe şîvê bide. Dibe ku piştî civînan ragihandin bên kirin.