Cîhan
Erebistana Sa’ûdiyê ji bo 8 deveran hişyariya lezgîn da
PeyamaKurd – Rêvebiriya giştî ya parastina sîvîl ya Erebistana Sa’ûdiyê, li dijî talûkeyên êrîşan peyamekî belav kir. Payama navborî ji bo 8 deveran hat belavkirin.
Ciyên ku hişyarî ji bo wan daye û talûka lezgîn hatiye belavkirin ev in: Cidde, Yenbu, Taif, Ula, Hamis Muşayt, Feresan, Riyad û Harc in.
Di daxwuyaniyê de tê gotin ku li ciyên navborî welatî û binecîh bila li pey fermana rayedaran herin û li gor wan tevbigerin, zêde necivin û dîmenan nekşînin.
Erebistan gelek caran ragihandinên weha dike û dema talûke derbas dibin, wan hişyariyên xwe radikin.