TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê: Santrala nukleerî û petrokimya bûn armanc

Admin İ
Edîtor
📅 04 nîsan 2026 15:09

PeyamaKurd - Li gorî raporên medyaya fermî ya Îranê, balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê îro danê sibê (4ê Nîsana 2026an) êrîşên hevbeş birin ser navendên stratejîk ên li başûrê rojavayê Îranê. Ajansa nûçeyan a IRNAyê ragihand ku di saet 08:30an de moşekek li nêzî santrala nukleerî ya Bûşehrê ketiye û di encamê de çekdarek hatiye kuştin. Rayedarên Îranê îdia kir ku tevî vê êrîşê jî tu zirar negihîştiye tesîsên nukleerî yên hundirê santralê.

Di heman demê de, ajansa nûçeyan a Farsê bi zarê cîgirê parêzgarê Xuzistanê ragihand ku êrîşên asmanî kompleksa petrokimyayî ya li Mehşehrê jî kirine armanc. Li gorî zanyariyan, di encama van êrîşan de teqînên mezin pêk hatine û zirar gihîştiye sê şitketên cuda yên li wê herêma pîşesaziyê.

Ajansa nûçeyan a Associated Press (AP) û ajansa Tesnimê jî diyar kirin ku zirarên madî yên berbiçav çêbûne, lê heya niha hûrgiliyên zêdetir derbarê asta wêrankirinê û hejmara birîndaran de nehatine eşkerekirin.

Parve bike: