TR KU SO
FB X
Cîhan

Ermenistan dixwaze krîza siyasî çareser bike

Admin M
Nivîskar
📅 28 nîsan 2018 21:58

PeyamaKurd- Serokê Ermenistanê Armen Sarkisyan bi serowezîrê berê Serj Sarkisyan û serokwezîrê demkî Karen Karapetyan re li ser halê welatê xwe şêwrê kir.

Li gor ragihandina ku ji buroya çapemeniya serokkomariya Ermenistanê hatiye kirin,hevdîtin baş derbas bûne û wê hêzên siyasî karibin di navbera xwe de çareyekî bibînin. Xebatên serokkomar wê her dewam bikin. Berê jî bi serokê muxalif re bi Paşinyan re hevdîtinekî kiribû.

Lê muxalifê desthilatê parlementer Nikol Paşinyan li bajarên bakûrê Ermensitanê tevgerên xwe yên protestoyî dewam dike. Do li bajarê Gumriyê û îro li bajarên İcevanê û Vanadorê wê tevli xwepêşandanan bibe.

Parve bike: