Ermenîstan: Em amade ne ku deriyê sînor vekin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan diyar kir ku Erîvan amade ye ku bi awayekî yekalî Deriyê Sînor ê Alîcanê yê li ser sînorê Ermenîstan û Tirkiyeyê ji bo welatiyên welatên sêyemîn û xwediyê pasaportên dîplomatîk veke.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan di axaftina xwe ya li Meclîsê de di derbarê Tirkiyeyê de daxuyaniyên balkêş dan.
Paşînyan diyar kir ku Erîvan amade ye ji bo welatiyên welatên sêyemîn û xwediyê pasaportên dîplomatîk Deriyê Sînor ê Alîcanê yê li ser sînorê Ermenistan-Tirkiyeyê bi awayekî yekalî veke.
Nîkol Paşînyan diyar kir ku heger alî rêz li prensîbên lihevkirî bigirin, di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de destnîşakirina peymana aştiyê pêkan e.
Paşînyan got , "Li ser 3 prensîbên sereke yên peymana aştî û çareseriya pêwendiyan lihevkirine û heger alî li ser esasên lihevkirî tevbigerin, destnîşankirina peymanê realîst dibe."