TR KU SO
FB X
Cîhan

Fermandarê Artêşa Îranê : Em ê tola Elî Xameney hilînin

Admin H
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2026 15:10

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Tumgeneral Emîr Hatemî, di daxuyaniyeke ji bo televizyona dewletê ya Îranê de ragihand ku ew ê tola rêberê berê yê welat Elî Xameney hilînin.

Hatemî yê ku bi helkefta birêveçûna merasîma cenazeyê Xameney diaxivî, serhildan û berxwedana welatê xwe anî zimên û got: "Ev şehadetê bêguman îrada me hîn bêtir bihêz kiriye.

Divê dijminên gelê Îranê, anku Amerîkaya kujer û Îsraîl zanibin ku em ê tola Îmamê xwe yê şehîd (Xameney) û hemû şehîdên xwe hilînin."

Rêberê berê yê Îranê Elî Xameney, di roja 28ê Sibatê de di encama êrîşên ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê ve hatibûn destpêkirin de jiyana xwe ji dest dabû.

Niha li paytext Tehranê merasîmeke fermî û dewletî ji bo oxarkirina wî tê birêvebirin.

Tê çaverêkirin ku piştî temambûna bername û merasîmên ku dê nêzîkî heftiyekê bidomînin, termê Xameney di 9ê Tîrmehê de li bajarê Meşhedê were veşartin

Parve bike: