TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa balyozê xwe yê Îtalyayê pasde vekisand

Admin M
Nivîskar
📅 08 sibat 2019 02:26

PeyamaKurd- Têkiliyên navbera Fransa û Îtalyayê nexweş dibin. Rêvebiriya Îtalyayê bi serokekî “Êlek Zer” an re axifîbû û bi wê sedemê ev 74 sale cara ewiliye ku Fransa balyozê xwe yê Romayê bi paşde vedikşîne.

Fransa bo vekişandinê weha got:

“Sûcdarkirinên ku ev çend mehin tên dubarekirin, êrîşên bê bingeh û daxuyaniyên kirêt” bûn sedema ku Fransa balyozê xwe vekişand. Berdevkê wezareta Fransayê Agnes Von Der Muhll di beyana xwe ya nivîskî de weha got:

“Fransa ev çend mehe tekrar tekrar me sûcdar dike, êrîşên bê esil tîne ser me û beyanên kirêt dide. Tiştên weha ecêb tine ne.”

Berdevk dibêje ku Îtalya destê xwe dixe nava karên hundir yên Fransayê, provakasyonan dike û derbê li têkiliyên navbera her dû welatan dixe.

Wisa xuya dike ku Fransa qebûl dike ku destê Îtalyayê di nava kiryarên “Êlek Zer” an de heye.

Parve bike: