TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa ji bo Îranê: Berya hun me rexne bikin bi bûyerên welatê xwe bilî bibin

Admin M
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2023 02:44

PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Fransayê Catherine Colonna, ragihand ku berya Îran Fransayê rexne bike divê bi bûyerên nav welatê xwe bilî bibe. Têkiliyên navbera Îran û Fransayê ji ber Fransa dixwaze muzakereyên nukleerî bi Îranê re car din vejîne û li Îranê 7 hemwelatiyên Fransayê hatin girtin, baş nînin.

Ji ber kovara Fransayê ya bi navê Charlie Hebdo karîkaturê serokê Îranê yê ayînî Ali Hamaney belav kiribû, Îran do bangî serkonsulê Fransayê yê Tehranê kiribû û nota dabûyê. Li ser nota Îranê wezîra karên derve ya Fransayê Catherine Colonna îro weha got:

“Îran li ser hemwelatiyên xwe şiddetê dike û bi girtina Fransizan siyasetekî xerab dimeşîne. Ji Îranê cuda, li Fransayê azadiya çapemeniyê heye û di çarçoveya azadiya darazê de, ji aliyê dadgerekî serbixwe de tê kontrolkirin û bê guman Îran vêya qet nake.”

Parve bike: