TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransayê ji ber êrîşa ser cemedokanbangî Balyozê Îranê kir

Admin H
Nivîskar
📅 11 mijdar 2026 09:00

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku ji ber êrîşên siberî yên ku meha borî li ser cemedokên sedan marketan çêbûne, gazî Balyozê Îranê yê li Parisê hatiye kirin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot diyar kir ku ev yek êrîşeke mezin a sabotekirinê ye ku li dijî ewlehiya neteweyî ya Fransayê hatiye kirin û li pişt van êrîşan Supa Pasdaran (bi taybetî yekîneya bi navê "Shahid Kaveh") heye.

Barrot tekez kir ku ji ber van êrîşan bi mîlyonan euro xisar çêbûye û Fransa dê ji bo sepandina cezayên nû yên Yekîtiya Ewropayê zextê bike, her wiha dadgeha Fransayê jî derbarê berpirsên vê yekê de biryara girtina navneteweyî derxistiye.

Parve bike: