Graham: Em ê Îranê hilweşînin
PeyamaKurd - Senator Lindsey Graham ku bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re tê nasîn, got ku eger peymana bi Îranê re têk biçe, Amerîka wê bi zorê Tengava Hurmuzê bigire û eger Îran îtîraz bike, dê wê hilweşîne.
Graham di derbarê danûstandinên bi Îranê re û rewşa Tengava Hurmuzê de nirxandinên balkêş kir.
Graham behsa gavên ku rêveberiya Washingtonê wê bavêje ger peymana bi Îranê re hilweşe kir û got, "Ger ev peyman têk biçe, Serok Trump wê bi zorê Tengava Hurmuzê bigire."
Graham bal kişand ser senaryoyên destwerdana leşkerî ku dikarin bibin sedema şerekî nû û gefên stratejîk li dijî gaveke dijber a muhtemel a rêveberiya Tehranê kir û destnîşan kir, "Û eger Îran li dijî kontrolkirina Tengava Hurmuzê ji aliyê Amerîkayê ve be, em ê wan hilweşînin."