TR KU SO
FB X
Cîhan

Grûpeke çekdar a ser bi Îranê ji Sûriyê vekisiya

📅 09 cotmeh 2018 03:09

PeyamaKurd - Tevgera Nuceba ya Şîeyên Iraqê beşek ji hêzên xwe yên li Sûriyê vekişand û vegeriya Iraqê.

Li gor medaya opozîsyona Sûriyê, ji du rojan ve Tevgera Nuceba beşek ji hêzên xwe ji bajarokê Ebû Kemalê yê li rojhilatê Sûriyê vedikişîne û ji bo Iraqê vediguhêze.

Li gor hatiye belavkirin, heta niha çekdarên wê grûbê bi 15 otombîlan û ligel çekên xwe ve vegeriyane nava xaka Iraqê.

Vekişandina vê hêzê piştî hevdîtinên bi hikûmeta Sûriyê re hat, herwiha hat diyarkirin ku çekdarên Şîe li ser daxwaza rejîma Sûriyê cihên xwe, Ebû kemal ji hêzên Rûsî re hiştine. Pêr  hêzeke Rûsî gihîştibû wî bajarokî.

Grûpa Tevgera Nuceba hêzeke Şîeyên Iraqê ye û di sala 2013an de hat damezrandin û ji wê demê beşek ji mîlîşiyayê li Sûriyê li kêleka rêjîma Beşar Esed şerê opozîsyonê dike.

Parve bike: