TR KU SO
FB X
Cîhan

Grushko: Rûsya ji bo NATOyê tu carî nebûye gef

Admin H
Nivîskar
📅 23 hezîran 2026 16:07

PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Alexander Grushko, derbarê daxuyaniyên dawî yên Hevpeymaniya NATO û Yekîtiya Ewropayê de ji rojnamegeran re axivî.

Grushko diyar kir ku NATO ji bo xwe kampanyayeke "dîtina dijmin" daye destpêkirin û di encamê de Rûsya wekî hedef nîşan daye. Grushko weha got: "Rûsyayê tu carî gef li welatên NATO û YEyê nexwariye; ew saziya ku Moskovayê wekî dijmin nîşan dide bixwe NATO ye."

Grushko her weha bal kişand ser helwesta Ewropayê ya li hemberî şerê Ukraynayê û destnîşan kir ku YE bi ti awayî naxwaze danûstandinên aştiyê yên rasterast bimeşîne.

 Alîkarê Wezîrê Rûsî krîza navxweyî ya Brukselê rexne kir û got: "Tê zanîn ku di nav YE’yê de nîqaşên navxweyî berdewam dikin ka dê kîjan nav di danûstandinan de nûnertiya wan bike.

 Ez tu navî nadim lê her kes bi vê rewşê dizane, ev ne tiştekî veşartî ye. Ev bi serê xwe nîşan dide ku YE bi birêvebirina danûstandinan re ne eleqedar e."

Alexander Grushko tekez kir ku eger Ewropa di peydakirina çareseriyekê de ji dil be, divê tavilê piştgiriya xwe ya leşkerî û darayî ya bo rejîma Kîevê rawestîne, ya ku bi gotina wî "rû bera tawanên şer û kiryarên terorîstî yên li dijî Rûsyayê bûye."

Parve bike: