Guterres: Em pir dixebitin da ji Derya Res hûbûbatê neqil bikin
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand ku wê wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar sibê li Îstenbolê wê bi heyetên nûnerên Neteweyên Yekgirtî , Rûsya û Ûkraynayê re li ji bo hûbûbatên Ûkraynayê bigihê bazara dinyayê hevdîtin bike û li ser mijarê sekreterê NY weha got:
“Ya rast em li ser mijarê zahf dixebitin. Li aliyekî jî em ji vêya behs dikin û em hewl didin ku vêya bikin. Lê hêjî rêya me gelek heye.”
Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hukusi Akar jî îro ragihand ku ji bo çareseriya krîza xidayê, heyeta wezaretê çûye Moskovayê û bi heyeta Rûsya re hevdîtin kiriye. Paşî heyeta leşkerî ya Ûkraynayê seredana wezaretê kiriye. Akar weha dewam kir:
“Piştî van hevdîtinan wê siba li Îstenbolê heyetên Tirkiye, Rûsya, Ûkrayna û Neteweyên Yekgirtî ji bo sewqiyata tahilan ji Ûkraynayê bêkirin, wê hevdîtinan bikin.”