TR KU SO
FB X
Cîhan

Hakan Fîdan balyozekî nû bo Moskowê erkdar kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 hezîran 2023 21:25

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, hin balyozên nû û nûnerên welatên derve yên dîplomatîk erkdar kirin.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ên Tirkiyê, Hakan Fîdan, dîplomatê Tirk Tanju Bilgiç wekî balyozê nû yê Moskowê peywirdar kir.

Herwiha Doç. Dr. Mucahît Kuçukyilmaçz jî wekî balyozê nû yê Cezayîrê hat peywirdarkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ku hefteya borî dest bi kar kir, hejmarek nûnerên dîplomatîk ên welatên derve jî guhertin.

Parve bike: