TR KU SO
FB X
Cîhan

Hakan Fîdan: Em qîmetê didin fesihkirina HSDê

Admin H
Nivîskar
📅 13 îlon 2026 16:32

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku bi serdaneke fermî li Şamê ye, piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî re di civîneke çapemeniyê ya hevpar de axivî.

Fîdan bal kişand ser daxuyaniya xwefesihkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û tevlîbûna nava saziyên dewleta Sûriyeyê û got ku ew vê gavê "bi qîmet dibînin".

Fîdan bal kişand ser wê yekê ku ev gav bersiveke girîng e ji bo xebatên avaker ên hikûmeta Sûriyeyê û divê gav bi gav li qadê bê cîbicîkirin.

Wezîrê Tirk her wiha rexne li polîtîkayên Îsraîlê girtin û anî ziman ku êrîşên Îsraîlê armanc dikin ku Sûriyeyê bixe nava aloziyê. Her wiha eşkere kir ku di demeke nêzîk de serokomarê wan Recep Tayyip Erdogan dê serdana Sûriyeyê bike.

Parve bike: