TR KU SO
FB X
Cîhan

HDP: “Em ê pêvajoya namzetiyê ji nûh de binirxînin”

Admin M
Nivîskar
📅 04 adar 2023 22:04

PeyamaKurd – Piştî İYİ Partî ji masa 6 qolî vekişiya, HDP ragihand ku wê pêvajoya namzediya serokkomariyê ji nûh de binirxînin û weha got:

“Me berê ragihandibû ku em ê di hilbijartinan de rêyekî çawa bişopînin. Lê piştî erdhejê ku ew çend me hejand, em ê pêvajoya namzetiyê ji nûh de binirxînin.”

HDP, piştî daxwuyaniya seroka İYİ Partiyê Meral Akşener biryara civîna Komîta Rêvebiriya Navendî dabû. Piştî civînê hevserokê HDP ê Mithat Sancar di ragihandina xwe de weha got:

“Divê hevkariya erdhejê dewam bike. Em weka HDP biryarên ku bidin wê bibe bersiva xelkên li Tirkiyê ya di warê aştî, edalet û azadiyê. Em ê ramanên xwe di çarçoveya herî fireh ya hevkariya demokrasiyê de dewam bikin. Bila dilê xelkên Tirkiyê rihet be, em li vê derê ne. Em ê tev bi hev re qezenc bikin. HDP di vê mijarê de berpirsiyariya xwe dizane û îrada wê heye ku berpirsiyariyên xwe bicîh bîne. Bila kes bê hêvî nebe.

Parve bike: