TR KU SO
FB X
Cîhan

Helbûsî: Hikûmeta bê ya Iraqê wê ne rojhilatî û ne rojavayî be

Admin L
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2022 17:33

PeyamaKurd Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî peyamek di derbarê civîna li Necefê de belav kir û da zanîn: “Îro çiya û beyabanên Iraqê guftûgoyan derbarê pêkanîna hikûmetê de li Necefê dikin.”

Li ser destpêşxeriya Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlametoya Iraqê Mehemed Helbûsî îro bi Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir re, li Necefê civiyan.

Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî, li ser wê civînê li ser Twittera xwe got: “Serdema destêwerdana derveyî bi dawî bû” û diyar kir, hikûmeta bê ya Iraqê, wê ne rojhilatî û ne rojavayî be.

Helbûsî nivîsî jî: “Îro çiya û beyabanên Iraqê gihîştin Necefê û guftûgoyan derbarê pêkanîna hikûmeteke niştimanî de dikin.”

Parve bike: