Hizbullahê gef li hikûmeta Iraqê xwar
PeyamaKurd - Berpirsekî pilebilind ê Ketaîb Hizbullaha Iraqê, Ebû Mucahîd Esaf, daxuyaniyek da û gef li hikûmeta Serokwezîr Elî Falih Zeydî xwar.
Esaf diyar kir ku eger hikûmet piştî 1ê Cotmehê li dijî dorpêça asmanî ya li ser Îranê helwesteke tund nîşan nede, ew ê bi hemû rêyan kar ji bo hilweşandina hikûmetê bikin û her wiha deriyên sînorî li ber wan welatên ku tevlî dorpêçê bûne bigirin.
Di daxuyaniyê de, Esaf destnîşan kir ku gelê Iraqê dê di 30ê Îlonê de derketina hêzên Amerîka û NATOyê pîroz bike û ev pêngav wekî destpêka serweriya tam binav kir.
Lê belê wî her wiha hişyarî da ku "Berxwedana Îslamî" çavdêriya asmanê Iraqê dike û di qonaxa yekem de hişyariyê bidin firokeyên Amerîkayê, di gava duyem de jî dê wan bixin xwarê; her wiha daxwaz ji serokwezîr kir ku li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemîne.