Cîhan
Her diçe mijara koçberan girantir dibe: 335 koçber hatin girtin
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Edirneyê 335 koçberên ku xwe amade dikirin da di rêyên neqanûnî de derên Awrûpayê hatin girtin. Operasyon li navçeyên ser sînorê Tirkiyê, yên ser sînorê Bûlgaristan û Yûnanistanê ji aliyê cendirmeyên sînor de hat kirin.
Li navçeyên Meriç, Enez, Meriç, İpsala, Havsa û Uzunköprü operasyon hatin kirin. Piraniya koçber ji welatên Burkina Faso, Lîbya, Yemen, Fîlîstîn, Misir, Îran ve Iraqê ne. Piştî girtina koçberan hatin şandin bo rêvebiriya koçberan ya bajarê Edirneyê.