Hûsî ragihandin ku 4 tankêrên petrolê gihane lîmana Hudeydeyê
PeyamaKurd – Hûsiyên bi desteka Îranê yên Yemenê ragihandin ku 4 tankêrên petrolê gihane lîmana Hudeydeyê ku di bin konrtrola Hûsiyan de ye. Berdevkê şîrketa petrolê ya di bin destê Hûsiyan de Îsam el-Mutewekîl ragihand ku hukumeta Yemenê îznê daye ku tankêrên petrolê herin deverên di bin destê Hûsiyan de.
Muwekil ragihand ku 4 tankêr gihane lîmana Hudeydeyê û keştiyên ku bende ne herin deverê, dikarin herin û divê hinek lez bikin.
Hukumeta Yemenê do ragihandibû ku li ser daxwaza Neteweyên Yekgirtî îznê dane tankêran û ji niha û pê de eger di deverên Hûsiyan de krîza petrolê hebe berpirsê krîzê Hûsîne.
Berê, Hûsî ragihandibûn ku hukumeta Yemenê û koalisyona di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdiyê de tevî egirbes di navbera wan de heye, nehiştine 12 tankêr herin lîmana Hudeydeyê ku di bin destê Hûsiyan de ye.