IAF:Dibe ku Nîsan meha herî zehmet ji bo bazarên enerjiyê be
PeyamaKurd - Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) Fatih Birol hişyarî da ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn, dibe ku Nîsan ji bo bazarên enerjiyê û aboriya cîhanî ji Adarê dijwartir be.
Serokê IEA'yê piştî civîna li avahiya Fona Pereyan a Navneteweyî ji rojnamevanan re axivî.
Serokê IEA'yê got, barhilgirên enerjiyê yên ku di Adarê de gihaştine berî destpêkirina krîzê hatine barkirin. Her wiha îşaret pê kir di meha Nîsanê de tu barên nû nehatin rakirin.
Fatih Birol destnîşan kir ku ji sêyan, zêdetirî yekê tesîsên enerjiyê yên bandordar ên li herêmê zirarên mezin dîtine û got cîhan bi pirsgirêkek mezin a ewlehiya enerjiyê re rû bi rû ye û krîza enerjiyê bandorê li hemû welatan dike.
Rêvebera Giştî ya Banka Navneteweyî (IMF) Kristalina Georgieva jî xwest ku zirarên li binesaziyê bûne bi awayekî berfireh werin lêkolînkirin û got Banka Cîhanî ji senaryoyên cur be cur ji ber şer derkevin amade ye.
Ev hişyarî li gel domandina tevliheviyê bi taybetî piştî têkçûna dan û standinên DYA û Îranê û girtina bi temamî ya Tengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve.