Cîhan
Îdîaya ku Trump bo 4 welatên Kendavê name sand
PeyamaKurd - Hat îdîakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bo 4 welatên Kendavê nameyek li dijî Îranê şand.
Li gor medyaya Îranê Trump bo 4 welatên Kendavê eşkere kiriye ku ewî 7 trîlyon dolar li herêma Rojhilata Navîn xerc kiriye.
Li gor vê medyayê Trump gotiye ku divê dewletên serwetmend ên Kendavê li dijî Îranê mesrefê bikin û bi barê Amerîkayê re rabin.
Navê 4 welatên Kendavê derbas nebû lê tê texmînkirin ku Siûdî, Îmarat, Kuweyt û Behreyn bin.