TR KU SO
FB X
Cîhan

Îngîltere û YA yê li ser protokola Îrlandayê peymanekî dinê çêkirin

Admin M
Nivîskar
📅 28 sibat 2023 02:01

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak, bi Yekîtiya Awrûpa re piştî peyaman Brexitê, ew bazirganiya ku di navbera Îrlanda û YA de hebû ku Îrlanda endamê YA ye, li ser Protokola Îrlanda Bakûr gihane peymaneka dinê û navê wê ji niha û pê de ‘Çarçoveya Windsor’ e. Piştî hevdîtina serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak û seroka Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula von der Leyen, li bajarê Windsorê bi hev re ragihandina çapemeniyê kirin.

Sunak ragihand ku ji niha û pê de navê peymanê ‘Çarçoveya Windsor’ e. Peymana nûh li temamê Îngîltere dike ku bazirganiyekî bê asteng bibe, Îrlanda di nav YA de ciyê xwe diparêze û desthilata Îrlanda di bin ewlehiyê de ye. Peyman di têkiliyên Îngîltere û YA de rûpelekî nû ye. Peyman, temamê mirovên li Îrlandayê daxwaz û nasnameya wan diparêze û Sunak axaftina xwe weha dewam kir:

“Me bi peymanê sê gav avêt. Me mal kir du beş: şerîda kesk û ya sor. Wê di nav Îngîltere de bazirganiyekî bê arîşe dewr û daîm bibe. Wê şerîda kesk burokrasiya zor ya gumrika zahmet û sînor ji ortê rake. Êdî me hîssekî Derya Îrlanda ji ortê rakir.

Di gava duyem de dermanên ku nîzama Îrlanda qebûl dike, wê karibin di bazara Îrlanda de bên firotin. Pêngava sêyem meclisa Îrlandayê, ne tenê li ser qanûna xwedî gotine lê di heman wextê de wê karibe bicîhanînê li ser Îrlandayê rawestîne jî.”

Von der Leyen jî ragihand soza ku berê Sunak dabû wan bicîhaniye û di têkiliyan de li hemberê wan bi duristî tevgeriyaye û dixwazin wan têkiliyan li ser asasekî qewî bidin qeydkirin.

Parve bike: