TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran | Ala tolhildanê li ser mizgefta bajarê Qûmê hate hildan

Admin H
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2024 19:51

PeyamaKurd – Piştî kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê, karvedan û bangên tolhildanê yên Îranê berdewam dikin.

Li bajarê Qûmê yê Îranê li ser qûbbeya Mizgefta Cemkeran ala tolhildanê ya sor bi nivîsa ‘Tolhildana Huseynî’ hate hildan.

Ala sor a tolhildanê tê wateya ku wê Îran bersiva êrîşa kuştina Îsmaîl Heniye bide ku ew al 3yê Çileyê piştî êrîşa bombeyî ya nêzîkî gora Qasim Silêmanî jî hatibû hildan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye ku ji bo merasîma sondxwarinê ya destbikarbûna Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pizişkiyan li Tehranê bû, şevê din berê sibehê rastî êrîşeke moşekî hat û tevî parêzvanê xwe hate kuştin. Her çiqas Îsraîlê ti daxuyaniyek nedaye jî Îsraîl bi wê êrîşê tê tawanbarkirin.

Parve bike: