Cîhan
Îran: Baweriya me bi guherîna desthilatên Washingtonê nîne
PeyamaKurd - Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xameneyî di peyama xwe ya bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Xweparêziya Cîhanî de, li ser êrîşên muhtemel ên DYAyê hişyarî da.
Xameneyî diyar kir ku tu baweriya wan bi guherîna desthilatan a li Washingtonê nîne û got, "Heke ev êrîşkarî dubare bibin, bersiva me dê bigihîje asteke pir berfirehtir."
Xameneyî her wiha bal kişand ser bûyerên dawî yên li Tengava Hurmizê û anî ziman ku rewşa li herêmê efsaneya "bêkêmasiya DYAyê" vala derxistiye.
Xameneyî tekez kir ku radestbûna li hemberî zordariyê dê ked û xwîna şehîdan pûç bike û Îran li dijî her cûre gefan tawîzan nade.