Îran: Hin kesên ku dê çalakiya terore bikira, hatin girtin
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Supaya Pasdaran a Îranê ve hat ragihandin ku komeke ku li başûrê rojhilatê Îranê ji bo "çalakiyeke terorîstî" amadekariyê dikir, hat girtin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Yekîneya Têkiliyên Giştî ya Orşelîmê ya Artêşa Supaya Pasdaran, di derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku "komeke terorê" ya ku ji 4 kesan pêk dihat ku li başûr-rojhilatê welêt "kiryarên terorê" pergal dikir, hat girtin. Li gorî agahiyên fermî, li ser vê mijarê agahiyên berfireh dê paşê bên parvekirin.
Parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ku dikeve başûrê rojhilatê welêt, di van salên dawî de ji aliyê rêxistina bi navê "Ceyşul Adl" ku bi îdiaya "parastina mafên gelê Sunî yên Belûç ên li herêmê ye" û wekî rêxistineke terorîstî li welêt tê qebûlkirin, rastî çalakiyên cihê tê.