TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran hisyariyê da Ermenistan û Azerbeycanê

Admin M
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2020 04:48

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Saîd Xatîbzade bi awayekî nivîskî ragihand ku Îran ketina 10 roketên li ser sînorê Îranê li navçeya Xudaaferînê şermezar dike. Xatîbzade li ser pirsa ku Îran bersivê daye roketan got ku bersivdayîn rast nîne û weha got:

“Ewlekariya xelkê me yê li ser sînor xeta me ya sor e. Eger heman tişt dubare bibe Îran wê destgirêdayî nemîne.”

Îro qeymeqamê navçeya Xudaaferînê Elî Emîrî rad ragihandibû ku ji ber şerê Azerbeycan û Ermenistanê 10 roket li du gundên wan yên ser sînor ketine.

Parve bike: