TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran xwedî li Tirkiyê derket

📅 03 tebax 2018 02:45

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bertek nîşanî biryara mueyîdeya Amerîkayê ya dijî wezîrên Tirkiyeyê da.

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf li ser hesabê xwe yê twîtterê ji bo biryara Amerîkayê ya dijî wezîrên Tirkiyeyê daxuyaniyek da û wiha got:

"Mueyîdeyên dereqanûnî yên Amerîkayê ku li dijî du wezîrên Tirkiyeyê da nîşan dide ku Amerîka di bin xêliya siyasetê da polîtikayên zext û şantajê dijî welatên din dimeşîne. Ev nîşan dide mijara mueyîdeyan ji xwe ra kiriye kurm."

Berdevka Koşka Spî Sarah Sandersê duh neberdana Keşîşê Amerîkayî Andrew Brunsonê ku li Tirkiyeyê tê darizandin hincet nîşan dabû û eşkere kiribû ku dê Amerîka ji bo Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu mueyîdeyê dayne. 

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de dabû zanîn ku Gul û Soylu "Ji ber ku saziyên ku di girtina Brunson de rol dilîzîn bi rê ve dibin" ew hildan lîsteya mueyîdeyê.

Parve bike: