TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran xwediyê 950 ton ûranyûm e

Admin M
Nivîskar
📅 18 tîrmeh 2018 20:20

PeyamaKurd- Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Alî Ekber Salihî ragihand ku stoka wan ya ûranyûmê gihaye 950 tonî û bo hilberîna santrafujên pêşkeftî pêvajoya avakirina dezgeyê temam bûye.

Salihî got ku niha li dora 900 û 950 tonî ûranyûma wan heye û bo hedefa dûr ya Îranê ev miqdar bes e. Salihî agahiyan di televîzyona dewletê ya Îranê de da û ragihand ku bo çêkirina santrifujan rotorên ku pêdiviya wan pê keye avakirine.

Salihî got ku di fabrika UF4 an de ku ûranyûm tetraflorîd tê de çêdibe bo bigihê 190 hezar SWU yê xistine dewrê. Bi zêdekirina ûranyûm hekzaflorîdê (UF6) ku maddeya xam ya santrîfujaye, fabrîka wê li bajarê Esfahanê danîne û her pêngava wan li gor peymana nukleerî dimeşe.

Parve bike: