TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê 22 çalakvanên Kurd siza kir!

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 nîsan 2022 20:09

PeyamaKurd-Li Îranê 22 çalakvanên Kurd bi 160 sal zindan û 1480 lêdana qamçiyan hatin sizadan.

Çalakvanên Kurd ên ku ji bo veguhestina ava bajêr ketin nav xwepêşandanê, li Dadgeha Birucên a li Parêzgeha Çarmehal û Bextiyariyê hatin darizandin. Rêveberiya Avê û Fermangeha Xatemî ya Supaya Pasdaran ên li Çarmehal û Bextiyariyê, 37 kesan tometbar kiribû ku ew li dijî asayîşa giştî di nav hewildanan de ne.

Şêniyên Çarmehal û Bextiyariyê jî diyar dikin ku ew naxwazin ava wan bê veguhestin lewra  dê ev yek ziyanê bide kanî, zevî û jîngeha wan.

Parve bike: