Îranê di mehekê de 38 kes bidarve kirin
PeyamaKurd - Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku li gor amarên dawî di meha borî de ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve 38 kes li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.
Rêxistina Mafê Mirov a Îranê da zanîn ku ew pêla darve kirinê di meha borî de destpê kiriye û di heyama 20 mehên borî de ew rêje, hejmara herî zêde ye ku cezayê darvekirinê li wî welatî hatiye bicîhanîn.
Li gorî amarên rêxistinê 37 kes ji wan kesên hatine darvekirin, bi awayekî veşartî û di girtîgehan de hatine darvekirin, lê kesek jî li pêş çavê xelkê li parêzgeha ‘Navendî’ cezayê wî yê darvekirinê hatiye sepandin. Piraniya cezayên darvekirinê li girtîgehên navendî yên Urmiyê pêk hatine ku tê de 8 kes hatine darvekirin.
Herwiha ji wan 38 kesên hatine darvekirin 4 kes jin bûne û bi tawanên kuştina qesdî li girtîgehên Urmiye, Newşehîr û Mahabadê hatine darvekirin.
Li aliyê din Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw jî ragihandibû ku meha borî li rojhilatê Kurdistanê 11 girtiyên kurd bi tawanên cuda cuda li girtîgehên Rojhilat û Îranê hatine darve irin ku ji sedî 29 darvekirinên li Îranê, girtiyên kurd bûne.