TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê êrîşî baregehên li welatên kendavê kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 tîrmeh 2026 09:08

PeyamaKurd - Artêşa Îranê ragihand ku wan li hemberî êrîşên asmanî yên Amerîkayê yên li ser başûrê welatê wan, operasyoneke berfireh a bersivdanê daye destpêkirin û bi rêya dronên bombebarkirî êrîşî çend armancên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê kiriye.

Ragihandina Artêşa Îranê diyar kir ku di van êrîşên dawî de sîstema parastina asmanî ya "Patriot", depoyeke cebilxaneyê û stasyoneke radarê ya artêşa Amerîkayê ya li Kuweytê bi giranî hatine lêdan.

Herwiha li Behreynê jî sîstema pêwendiyan û stasyona radarê ya hêzên Amerîkayê ji aliyê dronan ve hatine armanc kirin.

Fermandariya leşkerî ya Îranê hişyarî da Washingtonê ku berpirsyariya hemû rûdanan û têkçûna aramiya herêmê li ser milê Amerîka û Îsraîlê ye û eger ev êrîş dubare bibin, bersiva wan a paşerojê dê pir tundtir be.

Parve bike: