TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê li Sûriyê şerê sîber da destpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2026 10:53

PeyamaKurd - Rojnameya El Quds El Erabî ragihand ku windakirina bandora leşkerî ya Îranê li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed hewldanên wê yên ji bo bandorkirina ser welêt bi dawî nekirine.

Berevajî vê yekê, hate diyar kirin ku Îranê berê xwe daye kampanyayên sîber ji bo belavkirina gotegotan, gurkirina aloziyên mezhebî û têkbirina baweriya bi dewleta nû ya Sûriyeyê.

Hate diyarkirin bi rêya lêpirsîn û raporên medyayî ku agahdariya xelet li ser rewşa Sûriyeyê belav dikin Îran vê polîtîkiya xwe dimeşîne.

Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku vîdyoyên kevin ji çarçoveya wan hatine derxistin û wekî bûyerên dawî hatine pêşkêş kirin ku ev yek dibe sedema handana tirsê, hêrsê û geşkirina metirsiyê li ser aştiya civakî û sivîl a li welêt.

Parve bike: