TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq | 48 polîs û 11 xwepêsander birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 13 rêbendan 2020 01:38

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di xwepêşandanên dijî hikûmeta Iraqê yên li wilayeta Wasitê de, ji ber rûdana aloziya navbera xwepêşender û polîsan 48 ji wan polîs bi tevahî 59 kes birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku xwepêşanderan deriyên Zanîngeha Wasit a bajarê Qutê girtine û nehiştine ti kes têkeve hûndir ku piştre jî hêzên ewlekariyê mudaxele kirine û di encamê 59 kes birîndar bûne.

Di xwepêşandanên Iraqê de ku 1ê Cotmeha 2019an dest pê kiribûn û hîn jî berdewam dikin, heta niha bi kêmî 500 kes hatine kuştin û bêhtirî 20 hezar kes jî birîndar bûne.

 

Parve bike: