Iraq: Sînorê ku OPEC deyne, dê ji bo Herêma Kurdistanê be jî
PeyamaKurd – Rêxistina îxracatvanên dewletên Dinyayê (OPEC) û hevkarên wê bi sedema şerê Îranê û Amerîkayê li herêmê dewam dike, biryarê dan ku civîna xwe ya ji bo sala 2027an paşde bixin. Wezareta petrolê ya Iraqê ragihand ku sînorê hilberîna petrolê ya Herêma Kurdistanê jî di nav biryarê de ye.
Bende bûn ku opec+welatên din heya dawiya Êlûnê xebata xwe ya ji bo danîna sînorê hilberîna petrolê yên welatan deynin lê ji ber şerê li herêmê, ev kar ma heya nîvê meha 11an.
Berdevkê wezareta petrolê ya Iraqê Selim Rukabi ku pêvajoya li ser danîna sînorê hilberîna petrolê dewam dike û temamê done û rêjeyan teslîmî şîrketa ku vî karî dimeşîne kirine. Berdevk Rukabi balê kişandiye ser sînorên petrolê û gotiye:
“Sînorên ku OPEC+ datînin, ne ji bo sînorkirina îxracatê ye, raste rast ji bo miqdarê hilberîna petrolêye. Biryara ku di mijarê de bidin, hilberîna herêma Kurdistanê ya petrolê jî di ber biryarê de ye.
Niha Iraq li dora 2 milyon û 650 hezar varêlî rojane petrolê îxrac dike. Li gor agahiyên Rukabi daye; ji vî miqdarî 2 milyon û 400 hezar varêl di ser lîmanên Başûrê Iraqê de têkirin. 250 hezar varêlên din dis er Herêma kurdistanê di ser Tirkiyê de diçe lîmana Ceyhanê.
Petrola diçe Ceyhanê 140 hezar barêlê wê ji Herêma kurdistanê û 40 hezar varêl jî ji Kerkûkê diçe. Petrola Basrayê jî rojane 70-100 hezar varêl di ser Kerkûkê de dişînin.
Li gor daxwuyaniya serokwezîrê Iraqê; Iraq dixwaze rojane 10 milyon varêl petrolê bişîne bazara dinyayê lê welew hedef ew çend miqdar be jî, eger têkiliyên Îran3e normal bibin, dê nehêlê Iraq ew çend petrolê bişîne bazara dinyayê. Îran hêj di wexta Şah de li ser OPECê desthilata xwe danîbû û petrolê di nav welatên Ereb de wekî alavekî bikar dianî.