Cîhan
Iraqê piştî 11 salan korîdora petrolê ya bi Sûriyeyê re aktîf kir
PeyamaKurd - Ji ber girtina Tengava Hurmizê û rawestana hinardekirina petrolê ji benderên Besrayê, hikûmeta Iraqê rêyeke alternatîf a stratejîk da destpêkirin.
Piştî 11 salan, deriyê sînor ê Welîd hat vekirin û petrola Iraqê bi tankeran ber bi bendera Banyasê ya Sûriyeyê ve hat şandin.
Di 24 saetên pêşîn de, 300 tankerên petrolê sînor derbas kirin. Parêzgarê Rutbayê Îmad Meşal diyar kir ku armanca wan ew e ku kapasîteyê bigihînin 1,000 tankerî di rojê de.
Her wiha hat ragihandin ku ji bilî petrolê, dê di nav 10 rojan de bazirganiya giştî û geştiyarî jî di navbera her du welatan de dest pê bike.