Îspanya ji Iraqê vedikşe
PeyamaKurd – Îspanya biryarê da ku ji Iraqê vekişe. Sedem jî xwuya dike ku şerê Îran û Îsraîl-DYA ye. Di van rojan de navbera DYA û Îspanyayê xweş nîne û di mijara Iraqê û Herêma Kurdistanê de, wexta misyona Îspanyayê ya di NATO de ya li Iraqê, diviya di meha Gulanê de fermandariyê dewr bistîne lê Îspanya xwe amade dike ku 71 xebatkarên xwe yên lleşkerî ji Iraqê vekişîne.
Wezîra bergiriya Îspanya Margarita Robles, bi qralê Îspanya bi 6. Felipe re di merasima li bajarê Albacete, di xwepêşandana hêzên fezayî de axifî.
Robles ragihand ku bi sedema ewlehiya NATO, rewşa misyona xwe ya li Iraqê ji nûh de dixin nîzamekî, amadekariyê dike ku leşkerên xwe yên li Iraqê tehliye bike û ji bo bicîhkirina ji nûh de amadekariyê dikin.
Wezîra Robles, ji bo çapemeniyê ragihand ku 2 sedem hebûn da leşkerên wan li Iraqê bin: Têkoşîna li dijî DEAŞê û parastina ewlehiya Iraqê.