Cîhan
Îsraîlê balyozê pêsî ji bo Bahreynê erkdar kir
PeyamaKurd – Hikûmeta Îsraîlê balyozê pêşî ji bo Bahreynê erkdar kir.
Îsraîl û Bahreynê berî salekê dest bi normalkirina pêwendiyan kiribûn.
Eitan Naieh yê ji bo balyoziya Bahreynê hatiye erkdarkirin, li Balyozxaneya Îsraîlê ya li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî heşt mehan wek serokê mîsyonê yê demkî xebitîbû.
Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Bahreynê, di Îlona 2020an de bi navbenykariya Amerîka peyman bi Îsraîlê re îmze kiribûn.
Balyozê Bahreynê yê li Îsraîlê yê pêşî Xaled Yousif Al Jalahma vê hefteyê derbazî Îsraîlê bibû.