TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê balyozên xwe yên Îrlanda û Norwêcê vekisand

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 22 gulan 2024 17:34

PeyamaKurd - Piştî ku Îrlanda, Norwêc û Spanyayê ragihandin ku ew ê dewleta Filistînê binasin, Îsraîlê ragihand ku ew ê balyozên xwe yên li Îrlanda û Norwêcê paşve vegerîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derva ya Îsraîlê da hat diyarkirin ku Wezîrê Derva Yisrael Katz  balyozên Îsraîlê yên Dublîn û Osloyê ji bo şêwrê bi 'demildestî' vegerandiye Îsraîlê.

Şîrovekarên siyaseta navneteweyî di şîroveyên xwe de destnîşan kirin ku Îsraîlê, ji ber daxuyaniya Îrlanda û Norwêcê ya ku ew ê dewleta Filistînê binasin, balyozên xwe paşve vegerandine.

Kantz hişyariyê da Spanyayê

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Katz diyar kir ku heke Spanya biryara naskirina dewleta Filistînê bide, ji Madrîdê jî ew ê gaveke bi heman şêweyî bihavêjin û Balyozê Îsraîlê yê li Madrîdê paşve vegerînin.

Piştî Îrlandayê, Wezareta Derve ya Norwêcê jî îro di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew ê li gorî yasayên navneteweyî û biryarên pê re pêwend ên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), dewleta Filistînê bi fermî nas bikin.

Parve bike: