Cîhan
Ji Almanya biryara alên PKK û Hemasê
PeyamaKurd – Partiyên hevpeyna rêveberiya hikûmeta Almanyayê pêşniyarqanûnek derbarê qedexekirina alên PKK û Hemasê de pêşkeşî Parlamentoya Federalî ya Alman kirin.
Di pêşniyarqanûna hatiye amadekirin de, qedexekirina al û flamayên PKK û Tevgera Hemas a Filîstînî tê xwestin.
Beriya niha jî ew pêşniyar ji aliyê partiya Angela Merkel Yekîtiya Demokrat a Xrîstiyan (CDU) bo parlamenê hatibû pêşkeşkirin û li gorî yasaya hatibû qebûlkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Hemas û PKK ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve wekî rêxistinên terorî hatine pênasekirin.