Cîhan
Ji ber lehî û heza axê 17 kes mirin
PeyamaKurd – Li Nepalê li eyaleta Sudurpaşçimê li devera Acçamê bi sedema rabûna lehiyê û heza axê 17 kes jiyana xwe ji dest dan. Gelek tîmên alîkariyê, lêgerîn û rizgarkirinê ji aliyê ciyên pêwendîdar ve hatin şandin ji bo herêmê.
Rêvebir ragihandin ku 17 kes ji ber lehiyê û hezê mirine û 6 kes wenda ne. Ji bo dîtina 6 kesan tîmên rizgarkirinê li wan digerin. Mufettîşê polîsan ragihand ku rêya Bhimdutta jî, ji ber heza axê hatiye girtin.