Ji Îran û DYAyê daxuyaniyên cuda: Hurmiz vekirî ye yan girtî ye?
PeyamaKurd - Piştî ku Îranê bi awayekî fermî girtina Tengava Hurmizê ragihand, di nava bazara enerjiya cîhanî û navendên dîplomasiyê de aloziyeke mezin rû da. Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê û Supaya Pasdaran diyar kir ku ev biryar wekî bersivekê ye ji bo binpêkirina bendên "Peymana Îslamabadê" ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve ku bi taybetî piştî êrîşên dawî yên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê 20 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Supaya Pasdaran hişyarî da hemû keştiyên bazirganiyê ku ji bo parastina ewlehiya xwe nêzîkî tengavê nebin.
Lê belê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ev îdiayên girtinê bi tevahî red kirin û ragihand ku tenê di roja şemiyê de 55 keştiyên bazirganiyê ku 17 milyon bermîl petrol hilgirtibûn, bi silametî di tengavê re derbas bûne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî hişyarî da ku eger di dema 60 rojên danûstandinan de peymana mayînde neyê îmzekirin, Washington dê baceke taybet û giran bi ser hemû wan keştiyan de bisepîne ku vê rêya deryayî bikar tînin.
Hêjayî gotinê ye, ev aloziya deryayî bû sedem ku li havîngeha Bürgenstockê ya Swîsreyê dîplomasiyeke bilez dest pê bike daku rê li ber teqîna şerekî nû were girtin.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, Jared Kushner û Steve Witkoff ji bo hevdîtina ligel şandeyên bilind ên Îran û Pakistanê gihîştin Swîsreyê daku agirbesta lawaz rizgar bikin.