Ji Rûsyayê bo Îsraîlê: “Wê encamên wê pir xerab bin”
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Rûsyayê yê li Sûriyeyê Lavrentyev diyar kir ku piştî ku Îsraîlê di meha cotmehê de li baregeha hewayî ya Hmeymimê ya Sûriyeyê xist, hişyarî daye Tel Avîvê ku ev kiryarên wiha nayên qebûlkirin.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Aleksandr Lavrentyev ji Sputnikê re axivî û got, “Îsraîl li nêzî Hmeymimê êrîşeke hewayî pêk anî. Bi gotineke din, rasterast baregeha esmanî nekiriye armanc, ji ber ku ev yek bi awayekî xwezayî dê encamên gelekî xerab ji bo Îsraîlê bîne. Ew vê yekê baş fam dikin. Li gorî hin agahiyan êrîş li depoyek an jî cihekî hatiye kirin.”
Dîplomatê rûs diyar kir ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hişyarî daye Îsraîlê û gotiye ku kiryarên bi vî rengî yên ku jiyana leşkerên Rûsyayê dixin xetereyê, nayên qebûlkirin û got, “Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku ev bûyera ku di meha cotmehê de qewimî careke din dubare nebe.”
Derbarê wan îdiayan de ku dibêjin baregeha esmanî ya Hmeymîmê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ji aliyê Îranê ve ji bo gihandina çekan ji bo Hizbullahê hatiye bikaranîn, Lavrentyev got, “Rûsya baregeha Hmeymîmê li Sûriyeyê venekir, da ku çekên Îranê bide Heşda Şeibî li Lubnanê. Ev gotegoti in.”