TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Stoltenberg pêsniyara 'Çînê'!

Admin L
Nivîskar
📅 22 îlon 2023 13:04

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir, ji bo ku bi Çînê re hêsantir tevbigerin divê Amerîkayê piştrast bike ku Ukrayna di şer de bi ser keve.

Stoltenberg li New Yorkê beşdarî panela ku ji aliyê Konseya Têkiliyên Derve (CFR) ve ku yek ji navendên ramanê yên pêşeng e, li New Yorkê ku ji bo 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat lidarxistin bû.

Stoltenberg eşkere kir, Amerîkaya Bakur û herêmên Ewropayê bi tehdîdên cîhanî re rû bi rû ne û got, NATOyê bi welatên wekî Awustralya, Zelanda Nû û Japonyayê ra hevkarî kiriye, lê ev nayê wê maneyê ku wê Îtîlaf li wir berfireh bibe.

Stoltenberg got, "NATO wê weke tifaqeke herêmî bimîne. Ev tê wê maneyê ku NATO wê weke tifaqa Bakurê Amerîka û Ewropayê bimîne. Eger berfirehbûn çêbibe, wê bi welatên Ewropayê re jî be. NATO wê nebe rêxistineke parastina kolektîf a cîhanê."

Derbarê metirsiya li ser hevpeymanan ji ber şerê Ukraynayê jî Stoltenberg got, "Eger Amerîka ji Çînê bi fikar be, divê piştrast bike ku (Serokê Rûsyayê Vladimîr) Pûtîn di şerê Ukraynayê de bi ser nekeve."

Stoltenberg destnîşan kir, ger Ukrayna di şer de bi ser bikeve, NATO dê bibe xwediyê duyemîn artêşa herî mezin a Ewropayê, û dema ku lê were nihêrtin li gel lêçûnên berevaniyê yên van demên dawî yên welatên Ewropî zêde bûne, wê rewşek ku di derbarê Çînê de kêmtir nîgeraniyê derxe holê.

 
Parve bike: