TR KU SO
FB X
Cîhan

Kolanên Fransayê disewitin

Admin M
Nivîskar
📅 21 nîsan 2019 17:51

PeyamaKurd- Êlek zer di hefteya 23 emîn de car din derketine kuçe û kolanan. Li Parîsê di navbera Êlek Zer an de û polîs de gengeşe derket û 227 kes hatin binçavkirin. Xwepêşandêr agir bi gelek erebeyan û barîkatan xistin. Li temamê welat 28 hezar kes tevlî xwepêşandanan bûn.

Li Parêsê ji meydana Bataillon du Pacifique yê heya meydana Republique meş hat kirin lê di meşê de xwepêşandêr kevir û şûşeyên cam avêtin polîsan. Polîs bi xaza îsotê û ava bi şid mudaxeleyê xwepêşandêran kir.

Li gor ragihandina rêvebiriya asayîşa Parîsê di xwepêşandana Parîsê de 227 kes hatine binçavkirin û li ser 20 hezar û 518 kesan geriyane û nasnameya wan kontrol kirine.

Parve bike: